
Dewleta Tirk a dagirker car din gundewarê Kobanê, navçeyên Eyn Îsayê û Til Temirê topbaran kir.
Artêşa qirker ji van sûcên xwe sînordar nema, vê carê dest bi armanc-kirina cihên Îbadetê jî kiriye.
Îro jî gundên Koban, Til Temir û Eyn Îsa ji aliyê dagirkeran ve rastî êrişê hatin…
Dagirkerên Tirk nuqteyên hêzên hukumeta Şam yên li gundê Zormaxar, Ziyaret û Siftikê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Gozeliyê yê Til Temirê topbaran kir.
Gundên Dibis, Cideyda û Mişêrfê yên rojavayê Eyn Îsayê jî rastî topbarana dijwar hatin.
Heman wextê, balafirên bê mirov ên biçek 2 caran navbera Eyn Îsa û Reqayê bombebaran kir.
Ji aliyeke din ve gelek gundên Kobanê û Girê Spî jî bi çekên giran hatin topbaran kirin.
Li Minbicê di encama teqînekê de zirarên madî çêbûn
Doh derengiya şevê jî li Minbicê nêzî stasyona sotemeniyê ya El-canî li çerxerêya Şehîdan a bajêr erebeyek teqiya.
Hate ragihandin ku di encama teqînê de, tenê zirarên madî çêbûne.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê jî topbaran kir.