
Yekîniyên Berxwedana Şengalê, Yekîniyên Jinên Şengalê, Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî li dijî şane û noqteyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê dest bi operasyoneke din a hevbeş kirin.
Operasyona hevpar a li herêma Golatê ya Şengalê dest pê kir, bi berfirehî didome.
Operasyon piştî nîvro li herêmên Şexmendan, Solax û Piren Ewran hate berfirehkirin.
24’ê Tîrmehê çeteyên DAIŞ’ê 2 welatiyên Êzîdî yên bi navê Hûsên Etêş û Hecî Hesen kuştin.
Li ser vê yekê , hêzên YBŞ-YJŞ, Artêşa Iraqê û Heşdî Şebî operasyoneke li dijî çeteyên DAIŞ’ê dan dest pêkirin.
Her wiha balafirên şer yên artêşa Iraqê jî li navçeya Hewîce a ser bi Kerkûkê otomobêlek çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên ji herêmê 4 çeteyên DAIŞ yên di otomobêlê de hatine kuştin.
Hêjayî gotinê yê liv û tevgera çeteyên DAIŞ di rojên dawî li derdora Kerkûkê zêde bûye.