”Bernameyeke nû ya operaysonên hevbeş dijî DAIŞ’ê hatiye amadekirin”

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Mehmûd Berxwedan ragihand ku wan bi beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî bi bernameyeke nû operasyonên li dijî DAIŞʹê amade kirine û wê sibe destpê bikin.

Endamê Fermandariya Giştî ya QSD’ê Mehmûd Berxwedan di hevpeyvînekê de got: “Tirkiyê şervanên me yên ku bi Koalîsyona Navneteweyî re li kampa Holê kar dikirin û baregeha leşkerî ya hevbeş a li Hesekê kirin hedef.”

Ji ber van êrişan, neçar man ku operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê rawestînin.

Berxwedan, diyar kir ku wan îro bi koordîne û beşdarbûna Koalîsyona Navneteweyî dest bi amadekirina bernameyeke nû ya operasyonên li dijî DAIŞʹê kir.

Li gorî Endamê Fermandariya QSD’ê, wê ev operasyon sibe dest pê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku QSD’ê beriya demekê ragihandibû ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bandorê li têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dike.

Back to top button