JEFERY: JI ERKA WAŞINGTONÊ YE HEVKARÊN XWE QSD’Ê BIPARÊZE

Nûnerê Taybet ê DYE li Sûriyê James Jeffery ragihand ku ji erka Washingtonê ye li dijî her gefekê, parastina hevkarên xwe QSD’ê bike.
Jeffery diyar kir ku ew hewl didin hevsengiyekê derbarê herêma ewle di navbera QSD û dewleta Tirk de peyda bikin.
dewleta Tirk ji aliyê xwe ve careke din gefên xwe nû kirin, hemwextî wê jî NY ji bo herêma ewle banga lihevkirineke aştiyane kir.

23’ê miha borî Nûnerê Taybet ê DYE li Sûriyê James Jeffery li Enqereyê li gel rayedarên dewleta Tirk herêma Ewle ya ku dewleta Tirk dixwaze, gotûbêj kirin.

Danûstandinên Enqereyê bi neqebûlkirina Jeffrey ji herêma ewle ya ku dewleta Tirk dixwaze, bi dawî bûn.

Jixwe Tirkiyê ji aliyê xwe ve ev yek tekez kir.

Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê Sûriyeyê James Jeffery û koordînatorê têkoşîna li dijî terorê ya wezareta derve Nathan Sillz roja Çarşemê girêdayî pêşketinên dawîn ên dosyaya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê li cîhanê û aloziya Sûriyê kongreyek çapemeniyê li dar xist.

Girêdayî gefên dewleta Tirk li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî Jeffrey got:

Ji erka Washingtonê ye ku hevkarên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê a ku DAIŞ’ê tune kir biparêze.

JEFERY: ERÊKIRINA ŞÊNIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ JI BO HERÊMA EWLE GIRÎNG E

Jeffrery destnîşan kir ku Emerîka hewl dide hevsengiyekê di navbera, Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ava bike.

Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê Sûriyeyê James Jeffery tekez kir ku ew pêşinyara dewleta Tirk a derbarê rûbera herêma ewle de qebûl nakin û ew li ser pêşinyara xwe ya ku dibêje herêma ewle wê ji 5 heya 14 km be bi israr in.

Têkildarî mijarê, Wezareta Derve ya Dewleta Tirk careke din gefên xwe nû kirin.

Tevî ku Amerîka beriya niha hişyarî dabû ku êrîşên yekalî ji aliyê dewleta Tirk ve nayên qebûlkirin.

TIRKIYE: EM Ê CAREKE DIN HERÊMA EWLE LI GEL CEMAS JEFFERY GOTÛBÊJ BIKIN

Berdevekê wezareta derve ya Tikriyê Hamî Aqsûyî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ger Tirkiyê û Amerîka li ser herêma Ewle li hev nekirin, Tirkiye wê êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bike.

Hamî Aqsûyî anî ziman ku di duşema bê de, Tirkiye careke din li gel Nûnerê Taybet ê DYE li Sûriyê James Jeffery mijara herêma ewle gotûbêj dike.

NY: TÊKILDARÎ HERÊMA EWLE DIVÊ LIHEVKIRINEKE AŞTIYANE PÊK WERE

Hemwextî daxuyaniya dewleta Tirk NY û li ser zimanê Sekreterê giştî yê Netewyên Yekbûyî Antoni Guterres bang li aliyan kir ku derbarê herêma ewle li bakurê Sûryê de lihevbikineke aştiyane pêk were.

 

 

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button