Tevgera Azadiyê: Lazime hikûmeta Iraqê berpirsyariyên xwe bi cîh bîne

Derbarê êrişa balafirên şer yên dewleta Tirk li nêzî çiyayê Asos Tevgera Azad û Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) daxuyaniyên cuda dan û êriş şermezar kirin.

Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyekî êrişên dewler Tirk şermezar kir û got; ” Pêwîste gelê azadîxwaz yê Başûrê Kurdistan dijî van êrişan xwedî helwest bin. Ji bo dawî anîna van êrişan zextê li Hikumeta Herêmê bikin.

Her wiha Divê Hikumeta Iraqê li ser van êrişan helwest û berpirsyartiya xwe nîşan bide.”

Herwiha YRK’ê jî derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser Şarbajêr de daxuyaniyek da

YRK: Divê gelê herêmê li dijî êrişan bêdeng nemînin

Fermandariya YRK’ê jî êriş şermezar kir û diyar ku di vê êrişê de tiştek bi hêzên wan nehatiye û wiha got:

“Di êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 5 welatî jî birîndar bûn.

Em ji bo ev qetlîama ku li ser sivîlan pêk hatiye xemgîn in ”

Di dawiyê de YRK ji malbata Azîz Mihemed Resûl ê jiyan xwe ji dest dabû re sersaxî xwest û bang li gel kir ku li dijî êrişan bêdeng nemînin.

Back to top button