14 Rojin Tirkiyê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûrî dike

14 rojin bê navber dewleta Tirk êrişî Bakur û Rojhilatê Sûrî dike.
Ji doh êvarî ve êriş dijwar bûne û gelek cih û warên sivîlan bûn armanca dagirkeran.

Di nav bêdengiya heyî de, îro 14 rojin bê navber herêmên bakur û rojhilatê Sû riyê tên topbaran kirin.

Mîna rojên derbasbûyî îro jî gundên navçe û bajarên herêmê rastî topbaranê hat.

Gundên Til Temir, Girê Spî û Eyn Îsa hatin topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker gundên Gozeliyê û Til El Leben yên navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kir…

Di teqîna moşekeke dewleta Tirk de 4 zarok bîrîndar bûn

Hemwextî êrişên domdar, li gundê El-Micêbire yê navçeyê moşekeke dewleta Tirk a dagirker ku demeke berê li gund ketibû, teqiya.

Di encamê de 4 zarok birîndar bûn. Her 4 zarok li nexweşxaneyên Hesekê tên derman kirin.

Navên zarokên birîndar wiha ne:

Silêman Nesir Şilo 11, Bedran Nesir Şilo 15, Elî Mehmûd Şilo 11, Xalid Mehmûd Şilo 13.

Li Kobanê cih û warên sivîlan bûn armanca êrişan

Artêşa dagirker gundên Koran, Xerbistan, Qeremox û Cêşan yên kobanê da ber topan..

Ji ber topbarana ser gundê Zorava yê bajarê kobanê jî, zirarekî mezin gihişt malên welatiyan.

Dagirkeran gundê Îbrahîm Kurdo yê rojavayê Girê Spî ya dagirkirî bi çekên giran topbaran kir.

Li Eyn Îsayê jî, gundê Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 bûn hedefa êrişan.

Dagirkeriya Tirk dibistana gundê Um Cilûd yê Minbicê rûxand

Dagirkeriya Tirk dibistana gundê Um Cilûd yê bajarê Minbicê jî rûxand.

Nûçegihanên ANHA’ê encamên topbarana ser dibistana gundê Um Cilûd, mal û dikanên şêniyan belge kirin.

Di dîmenan de asta rûxandina dibistanê diyar dibe, bi van êrişan jî dewleta Tirk sûcên şer dike.
Dîmen hinekî biherikînin…

Doh jî gundên Eyn îsa, Girê Spî, Kobanê, Minbic, Şehba û Efrînê rastî topbaranê hatin.
dîmen ser girûpa agahiyan heye

Back to top button