Li dijî vîna jinan operasyona qirkirina siyasî

Di çarçoveya lêpirsîna ku li Enqerê li dijî Tevgera Jinên Azad hatî destpêkirin de 20 jin hatine binçavkirin derbarê 8 jinan biryara girtinê hat dayin. Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî ku li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê îşkence lê hate kirin, rakirin nexweşxaneyê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsînê de di 29’ê Mijdarê de derbarê 50 endam û rêveberên Tevgera Jinên Azad (TJA) û meclîsa jinên HDP’Ê da destpêkirin.

Li 14 bajaran bi ser mal û navendan girtin û 20 jin hatine binçavkirin.

Jinên ku îfadeyên wan li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê bi dawî bûn, anîn Edliyeya Enqereyê.

Kirariyên îfadeyan ên ji aliyê 12 dozgerên Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatin peywîr darkirin ve hatin wergirtin, piştî 11 saetan qediyan.

Bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 8 jin hatin girtin

Dozgerî bi hinceta “endamtiya rêxistinê derbarê 8 jinan de biryara girtinê da û sewqê dadgeriyê kir.

Fîgen Ektî êşkence lê hatkirin rakirin nexweşxaneyê

Fîgen Ektî ya li Amedê hate binçavkirin anîn Enqereyê, li miduriyeta polîsan rastî îşkenceya polîsan hat.

Di dema wergirtina îfadeyan de Fîgen anî ziman û xwest di girteka îfadeyê de cih bigire, ji aliyê polîsan ve gef lê hatin xwarin.

ji ber îşkenceya polîsan ew rakirin nexweşxaneyê.

Endama Meclîsa HDP’ê Perîhan Agaolgu der barê êriş û operasyonên li hember jinên kurd nirxandin kir.

“Li dijî fikrên Rêber Apo komployek nû hat destpêkirin”

Perîhanê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyê, tevgerên jinan û got:

Li dijî fikrên Rêber APO komployek nû hat destpêkirin.

“Bi girankirina tecrîdê re li ser îrada jinê şerekî nû derketiye holê.

Her ku tecrîd giran dibe rêbazên şer cuda dibin.

Di şoreşa Rojava de têkoşîna jinên Kurd mohra xwe li têkoşîna jinên cîhanê da.

Li Bakur û li Rojava li her çar alî rêxistinbûnek xurt a jinên Kurd heye.

“Hêza jinan wê faşîzmê têk bibe”

Perîhanê balkişand ser êrişên li hember berxwedana jinê û wiha got:

Desthilatdarî bi êrişên li dijî jinê re dixwaze rêxistin bûn û hebûna wê tune bike.

Qetilkirina Hevala Nagîhan û Jîna Emînî ne tesadufî ye.

Ger jinên kurd biserkevin wê hemû jin biserkevin.

Back to top button