Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs car din bûn hevserokê KNK’ê

Di encama hilbijartina Kongreya 21’emîn a KNK’ê de, Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs ji hevserokatiyê re hatin hilbijartin.
Hevserokan soz dan ku wê ji bo berjewendiyên gelê Kurd, kar û xebat bikin.

Kongreya 21’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) roja Înê li bajarê Den Haag ê Hollandayê destpê kir.

350 delegeyên ku ji 52 partiyên siyasî, sazî û 20 nûnerên partiyên çavdêrvan pêk dihat, li kongreyê amade bûn.

Di serî de hilgirtina xebatên KNK’ê li Kurdistanê, gelek biryar hatin girtin .

Ji bo hilbijartina Hevserokatiya KNK’ê hilbijartin hatin kirin.

Zeyneb Mûrad û Ahmet Karamûs hemû dengên delegeyan standin ..

Her wiha ji bo dema duyem jî, ji hevserokatiya KNK’ê re hatin hilbijartin.

“Armanca me yekîtiya Kurdistanê ye”

Karamûs û Zeyneb Mûrad soza xebatkirinê dubare kir…

Kongre wê îro piştî hilbijartina endamên konseyê û planên pêvajoya nû, bi dawî bibe.

Back to top button