Viyan Adar: Dewleta Tirk projeya Netewa Demokratîk hedef digre

Ji Fermandara YPJ’ê Viyan Adar êrişên li ser herêmê weke hedefgirtina projeya netewa demokratîk bi nav kir û got:” Yekitiya gel dê êrişan û xeyalên lozana nû vala derbixe, divê gelên Rojhilata Navîn xwedî bertek bin”.

Dewleta Tirk bi balafirên şer, balafirên bêmirov û çekên giran êrişî seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Di encama êrişan de ziyanên madî û canî çêbûn.

Heta roja îro jî êrişên dewleta Tirk bênavber didomin.

Ji Fermandarên Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê Viyan Adar der barê êrişan de axivî.

Viyan Adar destnîşan kir ku ji roja têkçûna DAIŞ’ê ve êrişên dewleta Tirk a li ser heremê didome.

Viyan diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe projeya netewa demokratîk hedef digre.

Viyan Adar da zanîn ku YPJ’ê parastina nirxên jin û gelan dike.

Viyan Adar: Yekitiya Gel dê êrişan û xeyalên lozana nû têk bibe

Ji Fermandarên YPJ’ê Viyan di dawiyê tekez kir ku yekitiya gel dê êrişan û xeyalên lozana nû vala derbixe û got:

Dê parastin bi hêza gel pêk werê.

Hêza çareserî ya esasî gelê herêmê û Rojhilata Navîn e. Rojhilata Navîn bi hev re dikare bi ser bikeve.

Em ê şoreşa jinan û Rojhilata Navîn bi ser bixin û wê jiyana azad bibe para hemû gelan.

Back to top button