Li Til Temir hewldaneke dagirkirinê hat têk birin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî hîne berdewamin.
Ji şevê din heta van kêliyan, gundên herêmê rastî topbaranê hatin.

Dewleta Tirk a Dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê êrişên xwe didomin.

Dagirker cihên olî, dibistan, nexweşxane, malên welatiyan, erebeyên sivîlan bi giştî binesaziya herêmê dike hedefa êrişan.

Heman gundên Til Temir yên rojan e rastî topbaranê tên, îro jî bûn hedefa dagirkeran.

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Til El Leben, Um El Kêf, Gozeliyê û Til Cuma Asûrî ên navçeya Til Temir Topbarana kirin.

Tevî êrişên dijwar, duh derengî şevê çeteyên dewleta Tirk hewl dan derbasî gundê Um Kêf bibin, lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temir bersiv dan û hewldana wan têk birin.

Tirkiyê êrişî gundên Til Temir, Zirgan, Minbic û Kobanê kir

Hemwextî hewldana dagirkeran a ketina gund, artêşa Tirk navenda navçeya Zirganê û gundê Bobî yê girêdayî wê da ber topan.

Her weha balafirên şer, gûndên Til Hermil, Şore Xerbî û Bîrek yên navçeyê bombebaran kir.

Li Minbicê jî, Artêşa Tirk gundê Toxar ê bakur û gundê Korhiyûk ê rojavayî bajêr topbaran kirin.

Dîmenê balafirê heye ser girupe
Hemwextî topbaranê, li asîmanê herêma Minbic û Şehbayê tevgera balafirên keşfê yên biçek hebû.

Doh derengiya şevê jî, Dagirkeran gundên Cêşan, Xerbîstan, Zormaxar û Şêxlera jorîn yên girêdayî Bajarê Kobanê topbaran kirin..

Back to top button