AMERÎKA, FERMÎ JI PEYMANA “NEÇEKKIRINÊ” VEDIKIŞE

Waşington, êdî fermî ji peymana “moşekên navîn û berkurt” vedikişe û Rûsya bi vê yekê tawanbar dike.

Dewletên Yekbûyên yên Amerîkayê îro ragihand ku wê fermî xwe ji peymana moşekên navîn û berkurt ya bi Rûsyayê re vekişand.

Der barê vê de, wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo axivî û got:

Rûsya bi tenê berpirsa bidawîkirina vê peymanê ye, ji ber wê bixwe bendên peymanê binpê kirine.

Rûsya jî ji alîyê xwe ve ragihand ku ev peyman bi destpêşxerîya Amerîkayê rawestîya.

Di sala 1987 de, ev peyman di navbera Amerîka û Yekîtîya Sovyetê de hat îmzekirin.

Li gorî peymanê, herdu alîyan li ser van tiştan li hev kirin:

Ne-çêkirin, ne-tecrubekirin û ne jî belavkirina moşekên balistî û yên navên.

Wêrankirina hemû pergalên moşekên ku rûberên wan ji 1000-5500 heya 500-1000 km.

Leave a Reply

Back to top button