Til Temir-Dewleta Tirk gundê Um El-kêf û Til El-Leben topbaran dike

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî hîne berdewamin.
Ji şevê din heta van kêliyan, gundên herêmê rastî topbaranê hatin.

Dewleta Tirk a Dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê êrişên xwe didomin.

Dagirker cihên olî, dibistan, nexweşxane, malên welatiyan, erebeyên sivîlan bi giştî binesaziya herêmê dike hedefa êrişan.

Heman gundên Til Temir yên rojan e rastî topbaranê tên, îro jî bûn hedefa dagirkeran.

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Til El Leben, Um El Kêf, Gozeliyê û Til Cuma Asûrî ên navçeya Til Temir Topbarana kirin.

Di saetên şevê de carek din gundên Um El-kêf û Til Leben ên Til Temirê bi obîs û çekên giran hatin topbarankirin.

Back to top button