DAIŞ’Ê ÊRÎŞA LI EDENA YEMENÊ GIRT SER XWE

Duh êrşîek li dijî polîsan li ‘edena Yemenê hat kirin û tê de 13 endamên polîsê hatin kuştin, DAIŞ’ê îro ev êrîş girte li ser xwe.

Li gorî malperên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê êrîş bi riya çeteyekî xwekuj yê DAIŞ’ê ku tirimpêlek tajot hatiye kirin.

Li gor Wezareta Hundirîn ya Yemenê di êrîşê de 13 ji endamên polîsan hatine kuştin.

Di heman rojê de jî mîlîsên Hûsî êrîşî nuqteyeke leşkerî li herêma El-Berîqa ya ‘edenê kir.

Di êrîşê de 32 kes hatin kuştin.

19 LEŞKER HATIN KUŞTIN Û GELEK JÎ BIRÎNDAR BÛN

Her wiha îro rêxistina El Qaîdeyê êrîşî kampa leşkerî ya girêdayî hikûmeta Yemenê li parêzgeha Ebîn a dikeve başûrê welêt kir.

Hate ragihandin ku 19 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Endamên El Qaîdeyê piştî ku derbasî nava kampê bûn bi saetan li wê derê man.

Rayedaran diyar kirin, êrîşkar bi desteka hewayî ya hêzên koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Si’ûdiyê hatine kuştin.

 

Leave a Reply

Back to top button