Desteya Perwerdê: Teqîn bi rêya mayînê pêk hatiye

Îro li kolana Quwetlî ya bajarê Qamişlo erebeyek teqiya.
Desteya Perwerdê ragihand ku teqîn bi rêya mayînê pêk hatiye.

Vê sibehê li bajarê Qamişlo li taxa Quwetlî erebeyek teqiya.

Erebe li Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya bajêr hat teqandin.

Di encamê de welatiyê bi navê Samî Ehmed Silêman birîndar bû.

Derbê bûyerê de Desteyê daxuyanî da û ragihand ku teqîn bi rêya mayînê pêk hatiye.

Xwendekarên Qamişlo teqîn şermezar kirin

Xwendekarên dibistana Keramê ya amadehî a Qamişlo jî derbarê teqînê daxuyaniyeke şermezarkirinê dan û sirûda Ey Reqîb gotin.

Back to top button