Maçên dawî yên qonaxa 16’an îro û sibe tên lîstin

Li Qeterê Kupaya cîhanê ya 2022’an tê lîstin.
Bi derbasbûna demê re, xeyalên gelek tîman di nivê de têk çûn.
Piştî Fransa û Îngilistan derbasî çeyreka fînalê bûn, îro jî wê 2 tîmên din diyar bibin.

Îro di Kûpaya Cîhanê de, du tîmên din ên ku derbasî fînala çaryek bibin wê bêne diyar kirin

Maçên dawî yên qonaxa 16’an îro û sibê wê bên lîstin.

Di van kêliyan (saet 18:00) de, Japonya û Xirwatya li pêşberî hev dileyîzin.

Piştre Brezîlya û Koreya Başûr wê saet di 22:00 de bên hemberî hev.

Di maça çaryek fînalê de yê ku ji van her du pêşbirkan serketî be, 9’ê Kanûnê saet di 18:00’an wê li pêşberî hev bileyîzin.

Tîmên din ên ku derketin çaryek fînalê heta niha Arjantîn, Hollanda, Fransa û Îngilîstanê bûn.

Di fînala çaryek de, Arjantîn û Hollanda wê di 9ê Kanûnê de saet di 22:00, Fransa û Îngilîstan jî wê 10’ê Kanûnê saet 22:00’an de li pêşberî hev bileyîzin.

Tîmên herî dawî yên ku bibin çaryek fînalê dê bi maçên Fas-Îspanya û Portugal-Swîsreyê ku sibê bên lîstin diyar dibin.

Serketiyê van her du pêşbirkan wê di fînala çaryek ya 10’ê Kanûnê saet di 18:00 de bên pêşberî hev.

Back to top button