Parlementer, Siyasetmedar û pisporek leşkerî yê Iraqê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de gotin; “Divê Iraq xwedî helwestek cidî û nîştimanî be.”
Parlamenterê Iraqê Musena Emîn û pisporê leşkerî Sermed Beyatî derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ji Rojnews re axivîn.
Parlementer Musena Emîn got: “Divê li dijî êrişên ser welatiyên li Başûrê Kurdistanê, helwesteke nîştimanî hebe.
Iraq erkên xwe bicihnaîne û welatên cîran jî rêzê ji serwerî, yasa û rûmeta welatiyan re nagire..”
Parlamenter Musena bang li Hikumeta Iraqê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk raweste.
Pisporê leşkerî Sermed Beyatî jî li ser heman mijarê axivî.
Sermed Beyatî: Iraq di biryara kontrolkirina sînorê xwe de cidiye
Li gorî Sermed, Iraq di kontrolkirina sînorên xwe de cidiye, ji bo vê bi 3 mehan, 27 milyar dînar ji bo parêzvanên li ser sînorên Tirkiye û Îranê xerc kiriye.
Siyasetmedar Seed Mutelebî: Pêwîste Iraq li dijî êrişên Tirkiyê tedbîran bigre
Siyasetmedarê Iraqî Seed Mutelebî jî êrişên dewleta Tirk bi binpêkirinek eşkere pênase kir û got: “Pêwîste Hikumeta Iraq û hêzên nîştimanî, helwestek tund nîşan bidin.”