Welatên herêmê bi pêşengtiya Fransayê li ser êrişên Tirkiyê dicivin

Welatên herêmê bi pêşengiya Fransayê li Ammanê li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dicivin.

Li gorî daxuyaniyeke Qesra Elysee’yê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî bi telefonê axiviye.

Di daxuyaniyê de têgotin, di hevdîtina telefonî de êrişên dewleta Tirk hatiye nîqaş kirin û hatiye gotin ku piştî êrişên dewleta Tirk, aloziya li herêmê zêde bûye.

Li gorî heman çavkaniyê wê bi pêşengiya Macron û Sûdanî li paytexta Ûrdûn Ammanê li ser êrişên dewleta Tirk lûtkeyek were lidarxistin û serokên gelek welatên Rojhilata Navîn jî beşdar bibin.

Têkildarî welatên ku beşdarê lûtkeyê bibin, ti zanyariyek ne hate dayîn.

Rojnameya Elzemaan jî piştrast kir ku li gorî hevdîtina bi telefûnê dê civîn di vê mehê de were lidarxistin bêyî ku kes û aliyên beşdar tê de werin diyarkirin li Amanê li dar bikeve.

Back to top button