RÛSYA: EM PIŞTGIRIYA DIYALOGÊ DI NAVBERA RÊVEBERIYA XWESER Û REJÎMÊ DE DIKIN

by ehmad aseed
219 views
Nûnerê Rûsyayê yê li Sûriyê tekez kir ku Rûsyayê piştgiriya lidarxistina diyalogan di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûrî û Hikumeta Sûriyê ya li Şamê dike.

Nûnerê Rûsyayê yê li Sûriyê Alexander Lavrentev di civîna çapemeniyê ya gera 13`mîn a danûstandinên Astanayê de axivî.

Lavrentev Têkildarî bersivdayîna mafên gelê Kurd di destûra Sûriyê de diyar kir ku Mosco diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Samê teşwîq dike û wiha got:

“Em bi diyalogê re ne û ev yek dihêle helwesta me ji yên derdorê cudatir be.”

Lavrentev tekez kir ku Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne û bi hevkariya eşîrên ereban herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Her wiha destnîşan kir ku çareseriya navbera Rêveberiya Xwerser û hikumeta Şamê misogeriya mafên gelê Kurd e

Hêjayî gotinê ku beriya niha gelek caran Rêvberiya Xweser banga diyalogan li hemû aliyên Sûrî kiriye û bi taybet rejîma Sûrî, lê rejîm dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî wekî beriya sala 2011’an, vegere.