Li Îtalya aloziya budçe yê

Li Îtalyayê plansaziya nû ya budçeyê hikûmet û Banka Navendî anî pêşberî hev.
Banka Navendî jî beşdarî bertekên li ser plana hikûmetê ya rakirina ferzkirina pereyên qertê û betalkirina dahata welatîbûnê bû.

Hikûmeta koalîsyonê ya rastgir a bi serokatiya Serokwezîr Giorgia Meloni ku di Cotmeha borî de hat ser desthilatdariyê, dixwaze di budçeya 2023’an de hinek sozên dabû gel pêk bîne.

Ji bo vê yekê dixwaze di pêşnûmeya budçeya 2023’an de hinek guhertinên tê xwestin cih bigre.

Di nav wan de betalkirina desteka “hatina hemwelatîbûnê” ya ku di sala 2019’an de hatî destnîşan kirin jî heye.

Hikumeta Maloni û Banka navendî hatine pêşberî hev

Li aliyekî din ji bo têkoşîna li dijî xizaniyê, zêdekirina sînorê kirîna bi kartê û rakirina mecbûriyeta karsaziyan ya dayîna pere bi rêya qertê jî heye.

Hikûmet plan dike ku sînorê kirîna drav ji 1,000 euro zêde bike bo 5,000 euro.

Her weha ji bo kirîna tiştên bi nirxê 60 euro kêmtir ya bi kartê jî rake.

Hişyariya reva ji bacê

Ev plana ku bû sedema nîqaşên mezin, duh ji aliyê Banka Navendî ve jî hatibû rexnekirin.

Ji Dezgeha Aborî û Amarê ya Banka Navendî Fabrizio Balassone, ji komîteya bûdceyê ya parlemanê re got;

Ev xal “berevajî hewcedariya nûjenkirina welat û kêmkirina reva bacê ne”.

Bersiva hikûmetê li hember van rexneyên Banka Navendî tund bû.

Şêwirmendê Serokwezîr Giovanbattista Fazzolarî got;

Rexneyên wan “sûrprîz nakin” û tê vê wateyê ku Banka Navendî berjewendîyên bankayên taybet diparêze.

Back to top button