Li kampa Til El Semin a koçberên Girk Spî, tevî zehmetiyên koçberiyê û kêmbûna pêwîstiyên jiyanî, bûyerên şewatê derdikevin û nexweşî jî belav dibin. Li kampê di konekî perwerdeyê de şewat derket û 9 xwendekar şewitîn.
Kesên ku di bûyera şewatê de birîndar bûn ji bo dermankirinê, rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî rêveberê dibistanê, ji ber ku agir bi sobê ketiye, kon şewitî ye.