Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê navber êrişên xwe li ser herêmê didome
Îro seatên sibehê ve gundên Til Temir, Zirgan û Girê spî topbaran dike.
Dewleta Tirk îro jî gundên herêmê dan ber topan.
Gundên Um El kêf, Gozeliyê û Til El Leben ê navçeya Til Temir mîna her roj hatin topbarankirin..
Gundê Xirbet Şiîr ê başûrê navçeya Zirganê jî da ber topan.
Di heman demê de, êrişî gundên Salûk û Zenûbiya yê Girê Spî, gundê Seyda, Xalidiyê, xwaringeha Nexîl û Kampa Eyn Isa jî hatin kirin.
Her weha gundên Bênê û Dêrcimêl yên navçeya Şêrawa hatin hedefgirtin.
Doh êvarê jî gundewarên Girê Spî û Kobanê bi çekên giran hatin topbarankirin.