RÊVEBERIYA MEXMÛRÊ SERÎ LI PARLAMENTOYA IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DAN

Rêveberiya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmur, li hemberî dorpêça li ser wargehê ku ev 16 roje domdike, bi daxwaznameyekê serî li parlamentoyên Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê da.

Piştî kuştina berpirsekî MÎT’ a Tirk li başûrê Kurdistanê, rêya Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hat girtin.

Ji ber girtina rê, şêniyên wargehê nikare pêdiviyên xwê yên jiyanî, tenduristî û hwd. pêk bînin.

Rêveberiya wargehê ket nav hewldana ku rê bê vekirin û xwest bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtinan pêk bîne.

Herî dawî şandeyek ji şêniyên wargehê hat avakirin, da ku dorpêça li ser wargehê bi aliyên peywendîdar re nîqaş bike.

Şandeyê daxwaznameyek nivîskî ji parlamentoyên Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê re şandin.

Di daxwaznameyê de ji parlamentoyan hat xwestin ku li hemberî dorpêç û bombebarana dewleta Tirk ên li ser wargehê helwest bê nîşandan û dorpêç bê rakirin.

Leave a Reply

Back to top button