HDP’ê di meclisê de tecrîda li Îmraliyê protesto kir

Koma Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Parlamentoyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dozên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” protesto kir.

Koma HDP’ê di rûniştina li ser budçeyê de mafê axavtinê girt û tecrîda li ser Rêber Ocalan protesto kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, li ser pergala tecrîdê ya Îmraliyê û Qanûna Înfazê axivî û got: Bi salan we derewa ku rewşa hewayê nebaş e yan jî keştî xerabe ye kir.

Niha jî bi hincetên tewş, cezayên dîsîplînê yên kêfî bi berdewamî tecrîdê dikin.

Parlamenterê HDP’ê yê Çewlîgê Erdal Aydemîr jî bi pankerta ku “tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” û “CPT, bi erka xwe rabe” derket ser kursiya meclisê û got:

“Em bi bîr dixin ku mafek e ku lêkolîn li ser şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê bê kirin û bi awayekî bi mantiqî civakê re bê parvekirin.

Em dixwazin têkildarê berpirsyariyên xwe yên Girtîgehê bi erka xwe rabibin.”

Back to top button