”Em nikarin pêşî li destwerdanên Tirkiye û Îranê bigrin”

Wezîrê Karên Hindirîn ê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed diyar kir ku ew nikarin pêşî li destwerdana Tirkiyê û Îranê a li ser deverên sinorî bigrin.

Wezîrê Karên Hindirîn ê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Rêber Ehmed îro li îdareya Soran di civînek çapemeniyê de behsa rewşa herêmên sinorî yên Başûrê Kurdistanê kir.

Rêber Ehmed diyar kir ku ew nikarin pêşî li destwetdanên Tirkiye û Îranê bigrin û wiha got: ‘Me gelek caran li gel welatên cîran giftûgo kiriye, lê ew dibêjin valatiya ewlehiyê heye.’

Her wiha Wezîrê Karên Hindirîn ê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê eşkere kir ew li ser vê mijarê bi Serokwezîrê Iraqê re civiyane û li hevkirine ku 3 hezar kes li deverên sinorî bicih bikin.

Rêber Ehmed di dawiyê de got: ‘Em dixwazin bi vê hêzê destwerdan li sinorên bi dawî bikin.’

Back to top button