EL-CEFERÎ: TIRKIYE HEVPEYMANAN BIN PÊ DIKE

Gera 13’mîn a Danûstandinên Astanayê îroj bi dawî bû. Piştî bidawîbûnê, serokê şandeya rêjîma Sûrî Beşar El-Ceferî ya ku beşdarî danûstandinan bûbû, ji çapemeniyê re axivî.

El-Ceferî got ku heya niha rêjîma Tirk danûstandinên Astana û Hevpeymana Sotçî li ser erdê pêk neaniye.

El-Ceferî diyar kir ku wê welatê wî heya dawiyê li benda rabûna rêjîma Tirk bi erkên xwe nemîne.

Beşar El-Ceferî destnîşan kir ku Enqere heya niha xaka Sûriyê dagir kiriye, ev jî danûstandinên Astanayê bin pê dike.

Hêjayî gotinê ye, Rûsya, Îran û Tirkiye îroj ji civînên Astana 13 weke yên din bê encamên berbiçav derketin.

Leave a Reply

Back to top button