Li kampên Şehbayê ku bi hezaran koçberên Efrînî lê dimînin, ji ber ambargoya hêzên hikûmeta Şamê ku nahêle sotemî û madeyên jiyanî derbasî kampan bibin, jiyana bi hezaran koçberan di xeteriyê de. Koçberan ji bo parastina jiyana xwe û zarokên xwe, bang kirin.
Koçberên Efrînê ku ji ber hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji cih û warên xwe koçber bûne û li kampên Şehbayê bi cih bûne, li gel zehmetiya koçberiryê, di rewşeke xizmetguzariyê ya xirab re jî derbas dibin.
Nemaze di demsala zivistanê de.
Li Şehbayê 5 kampên koçberên Efrînê hene.
Li wan kampan sotemenî tûne ye û koçber di rewşeke xirab de ne.
Ev rewşa jiyanî ya xirab bi berdewamkirina dorpêça hêzên hikumeta Şamê re, xirabtir bû.
Şehba-koçber in û rê li wan hatine qutkirin
Ev 6 roj in kehrebe li ser zêdetirî 40 gundên Şehba û kampên wê hatiye qutkirin.
Ji ber nebûna kehrebeyê koçber piraniya dema xwe li derveyî konan derbas dikin.
Bermahiyên madeyên plastîk kom dikin û dişewitînin, da ku xwe pê germ bikin.
Koçberên li kampên Şehbayê bi van gotinan rewaşa xwe, anîn ziman.
Ji ber ambargoya li ser kampan rewşa tenduristiyê û jiyana bi hezaran koçberên li kampên Şehbayê, di xeteriyeke mezin de ye.