Kar û xebatên Kongra Star a herêma Efrîn û Şehba

Kongra Star bi projeyên çandiniyê aboriya jinan xurt dike. Komîteya Aborî ya Kongra Star a Efrîn û Şehbayê jî bi projeyên çandiniyê re alîkairya jinên koçber dikin û derfetên kar jî ji bo wan peyda dikin.

Komîteya Aborî ya Kongra Star a Efrîn û Şehbayê ji bo bihêzkirina aborî ya jinên koçber projeyan pêk tîne.

Komîte armanc dike bi projeyan di warê aborî û manewî de piştgiriya jinan bike.

Yek ji projeyên ku Komîteya Aborî ya Kongra Star li Şehba li ser dixebite, projeya çandiniyê ye.

Li ser erdekî 25 hektarî li navçeya Til Rifatê ye û bi dehan jinên koçber lê dixebitin.

”Komîteya aborî ji bo bihêzkirina aboriya jinên koçber projeyan pêk tîne”

Jinên ku di nava Komîteya Aborî de cih digirin nerînên xwe anîn ziman.

Hêvîn Ebdo diyar kir ku ew di projeya çandiniyê de dixebite da ku debara zarokên xwe bike.

Elîf Silêman eşkere kir ku ev projeyên aborî yên çandiniyê piştgiriya wan a aborî û manewî dikin.

Nazliya Ebdo jî da zanîn ku zêdetirî 25 jin bi hev re dixebitin.

Endamê Komîteya Aborî ya Kongra Star ya Şehba û Efrîn Kulê Mihemed jî der barê borjeyên çandiyê de axivî

Back to top button