Li Girkê Legê tecrîda li ser Rêber Ocalan hat şermezarkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Girkê Legê bi tevlêbûna ciwanên navçeyên Çilaxa û Tirbespiyê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Ocalan meşek li dar xist.

Meş li qada şehîd Xebat a navçeya Girkê Legê destpê kir û heta Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ve meşiyan.

Li wir, endamê Meclisa Ciwanan a navçeya Çilaxa Mîlad El Akûb axivî û got:

Her çiqas dewleta Tirk a dagirker hewl bide me lewaz bike û ji rêberê me dûr bixe jî, lê em dê her ji bo civakeke azad tê bikoşin.

Em piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re jî teqez dikin, ew pêşeroj û rûmeta Kurdistanê û hemû kurdan e.

Mîlad di dawiyê de got: “Em soza şopandina rêya azadiyê û fikrê rêber Ocalan heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî didin.

Back to top button