Meclisa Navçeya Dêrikê ji saziyên Rêveberiya Xweser ên navçeyê re civînek li dar xist û tê de balkişandin ser berxwedana şehîdên komkujiya gundê Teqil Beqil ê Dêrikê.
Îro Meclisa Navçeya Dêrikê li Navenda Çand û Huner ya Dîcle civînek ji endam û rêveberên saziyên rêveberiya xweser re li dar xist.
Di civînî de endamê meclisê Mihemed Elî axivî û diyar kir ku şehîdên komkujiya Teqil Beqil xwedî berxwedan û têkoşîneke mezin bûn û ji bo azadî û mirovahiyê bûn qurban.
Mihemed diyar kir ku planên dewleta Tirk a dagirker li hember îsrara gel têk çûn û got:
“Divê herî pêş em di têkoşîna xwe de xwe bispêrin fikrê netewa demoktatîk a rêber Ocalan û rêya şehîdan bişopînin.”