OPOZISYONA RÛSÎ BANGA XWEPÊŞANDANÊN ROJA ŞEMIYÊ KIR

Opozisyona Rûsî xwepêşandaneke girseyî îroj li dar dixe.

Tevî zor û fişaran jî, tê payîn wê xwepêşandan li seranserî kolanên Moskoyê were meşandin.

Hat zanîn ku di xwepêşandana Şemiya Borî de, 1400 kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan hejmara beşdarvanên xwepêşandanan digihêje 22 hezar kes.

Her wiha polîs bi tundî bi ser xwepêşandêran ve diçin.

Xwepêşanda îroj wê bi silogana “Vegerandina Mafê Hilbijartinan” were lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye, ji ber ku hikûmeta Rûsyayê namzetên opozisyonê ji bo hilbijartinên xwecihî red kirin, opozisyonê dest bi xwepêşandanan kirin.

Rayedarên hikûmeta Rûsyayê jî, ji aliyê xwe ve diyar kirin ku ji ber sextekirina îmzeyan, namzetên opozisyonê hatin bidûrxistin.

Li gorî çavdêran, opozisyon bi hêvî ye ku di hilbijartinên meha Îlonê de dawî li alîgirên Kremlenê di perlemana Moskoyê de bînin.

Hêjayî gotinê ye, heya niha, derbarê vê aloziya siyasî de, Putin tu daxuyanî nedane.

Leave a Reply

Back to top button