Koordînasyona Kongreya Star bi daxuyaniyekê fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li dij civaka êzdiyê şermezar kir .
Kongra Star diyar kir ku divê jinên berxwedêr û têkoşer li dijî polîtîkayên qirêjî yên li ser wan, parastina xwe û yekîneyên xwe xurttir bikin û van polîtîkayan têk bibin.
Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Kongreya Star di daxuyaniya xwe de wiha got:
Çeteyên DAIŞ’ê xwestin fermana qirkirina çandî pêk bînin û fikr û felsefeya êzdayetiyê ji holê rakin.
Ji ber ku ev fikr û felsefe bingeha dîroka berxwedan, xweparastin û cewherê zerdeştiyê ye.
Di heman demê de ev ferman, îfadeya li dijî avakirina sîstema neteweya demokratîk dide diyarkirin.
Kongra Star bal kişand li ser bêdengiya cîhanî û wiha anî ziman:
Li hemberî vê fermana herî dawî ya ku li ser êzidiyên Şengalê pêk hatibû, hemû dinya û raya giştî jî bêdeng man û xwe ker kirin.
Encama vê fermanê bi hezaran Şengalî ketin destê DAIŞ’ê û bi hezaran jinên êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û li bazaran wek kole hatin firotin.
Gelek mirovên herêma Şengalê jî birindar bûn û hatin kuştin.
Bi hezaran însanên heremê ji ber vê fermanê dev ji axa xwe berdan û neçarî koçberiyê bûn.
Ev yek jî dide xuyakirin ku armanca yekemîn ew e ku jinan qir bikin û civakê bikin kole û azadiya wan tune bikin.
Kongrar Star daxuyaniya xwe wiha dewam kir:
Xwestin bi destên DAIŞ’ê demografya heremê biguherînin û armanca DAIŞ’ê ew bû ku qirkirinê li ser baweriya gelê êzidiyên herî qedîm pêk bînin.
Lê belê, taybet jî hêzên azad ên YPJ’ê li hemberî zihniyeta desthilatdar a çeteyên xwînxwar û faşîst, berxwedan û tekoşîneke pir mezin dan nîşandan.
Koordînasyona Kongra Star daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir;
Em wek jinên têkoşer û berxwedêr parastin û yekîneyên xwe yên jinan bêhtir rêxistin bikin û vê siyasetê vala derbixin.
Divê ji her demê bêhtir,,, em li deskeftiyên şoreşa xwe xwedî derkevin û tevlîbûnên xwe li hemberî vê pêvajoya dijwar, zêdetir bidin diyarkirin.