AYŞA CAFO: ARMANCA YEKEM A KOMKUJYA ŞENGALÊ, JIN BÛN

Îro 5’emîn salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ya li ser Şengalê ye.

Cîgira hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ayşe Cafo diyar kir ku bi ferman li ser Şengalê xwestin îradeya jin tune bikin, lê birêxistinkirina jina şengalê bersiva herî guncawa bû.

Ayşe Cafo diyar kir ku ramanca fermana 3’ê Tebaxa 2014’an şikandina îradeya jinê ye û got:

Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, beriya her tiştî jin kir hedef.

Ji ber ku jin jiyanê diafirîne û civakê bi rêxistin dike.

Ji lewre destpêkê jin armanc girtin.

Li dijî jinan sûcên hovane, kuştin, tecawîz û ji wê jî zêdetir bi hezaran jin revandin û li sûkan mîna koleyan firotin.

Ayşe Cafo teqez kir ku bi piştevaniya HPG, YPG û YPJ’ê civaka Êzîdî ji terora DAIŞ’ê rizgar bû û wiha domand:

Rexmî hovîtiya fermanê lê Êzdî li ser lingên xwer sekinîn û xwe ji nû ve bi rêxistin kirin.

Her wiha hêzên xwe yên leşkerî ava kirin da ku civaka xwe ji komkujiyan biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button