Li Almanya hewildana darbeyê!

Li Almanya “plana darbeyê” di carekê de rojeva welat guhert.
Di encama serdegirtinên malan de 25 kes hatibûn binçavkirin.
Ji van 13 kes hatin girtin.

Nêzî 3 hezar polîs û yekîneya hêzên taybet doh di saetên sibehê de li gelemperiya welêt li nêzî 130 malan lêgerîn pêk anîn.

Polîsan, nêzî 30 kes binçav kirin û derbarê 52 kesan de rapor amade kirin.

Serdozgeriya Federal di daxuyaniyekê de ragihand ku ji kesên hatine binçavkirin 13 kes girtin.

Di çarçoveya oparasyona “Siya” ya pêk hatî de, dadger û leşkerên payebilind ên berê jî hene.

Li gor daxuyaniya berdevkê Serdozgeriya Federal a Karlsruheyê ji kesên hatin binçavkirin 2 jê serçete 22 endamên rêxistina terorê ne.

Berdevk da zanîn ku 3 kes bi nebûna alîgirê rêxistina terorê tên sûcdarkirin.

Berdevk diyar kir ku 27 gumanbarên din jî hene û got,

“Me heta niha navek ji vê pêkhateyê re nedîtiye.”

Hat ragihandin ku yek ji gumanbarên hatine binçavkirin welatiyê Rûsyayê ye.

Back to top button