ŞÊNIYÊN BABÊ CAREKE DIN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK DAKETIN QADAN

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin bertekên li dijî dagirkeriya Trik her roj zêdetir dibin.

Şêniyên bajarê Babê careke din daketin qadan û banga bi dawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser bajêr kir.

Bi dehan ji şêniyên Babê li dijî dagirkeriya Tirkiyê duh careke din daketin qadan.

Ev xwepêşandana şêniyan jî, piştî ku dagirkeriya Tirk malên şêniyan rûxandin û veguhezandin baregehên leşkerî, pêk hat.

Pêştî ku dewleta Tirk gelek malên şêniyan rûxandin û kirin baregehên leşkerî, Şêniyên taxa Cebel El-Şêx Aqîl duh daketin qadan û banga derxistina dagirkeriya Tirk ji bajêr kir.

Xwepêşanderan tekez kirin ku xwepêşandanên wan wê heta bidwaîkirina dagirkeriya Tirkiyê li herêmê berdewam bikin.

Ji dema ku dewleta Tirk bajarê Babê dagir kiriye, bertek û xwepêşandanên şêniyên bajêr bênavber dewam dikin.

Herî dawî jî di 29’ê meha borî de, bi sedan ji şêniyên bajêr daketin qadan û silogan ‘Bila dagirkeriya Tirkiyê li herêm bi dawî bibe” berz kirin.

Leave a Reply

Back to top button