EFRÎN.. DI NAVA 24 SAETAN DE, 20 WELATÎ HATIN REVANDIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker serdegirtina malan û revandina sivîlan li Efrîn û gundên wê didomînin.

Hat zanîn ku li navenda bajarê Efrînê 3 welatiyên Kurd hatin revandin.

Navên wan jî ev in:

– Henan Mihemed
– Mehmûd Mehmûd
– Mihemed Emîn

Li Mabeta jî, çeteyên bi navê El-Cebhe Eş-Şemiyê bi ser malên sivîlan de girtin û hejmarek ji wan revandin.

Ji wan kesên revandî ev nav bi dest ketin:

– Tahêr Menan Hemo
– Semîr Ebdo Ebdo
– Hisên Hemîd Cefer
– Ismet Welîd Neso
– Mihemed Hecî Ehmed
– Mihemed Mehmûd Cefer
– Neş’et Heqî

Ji bo serbestberdana wan jî, çeteyan ji malbatên her welatiyekî 100 hezar lîreyên Sûrî xwestin.

Li gundê Reca yê heman navçeyê jî 3 welatî ji 23 Tîrmehê ve hatine revandin û derbarê wan de tu agahî heya niha nîn in, navên wan jî ev in:

– Mihemed Muxtar
– Henîf Ebdo
– Enwer Wehîd

Li Şiyê û Cindirêsê jî di encama serdegirtina malan de, 11 welatî ji aliyê çeteyên bi navê El-Emşat ve, hatin revandin.

Leave a Reply

Back to top button