YBŞ-YJŞ: WÊ TI DAGIRKERÎ NIKARIBIN XEYALÊ AZADIYÊ BIÇEWISÎNIN

Belê îro 5. salvegera fermana Şengalê ye ku çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran êzîdiyên Şengalê qetil kirin û bi hezaran jin û zarok jî revandin. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji bo 5’emîn salvegera Fermana 73’an daxuyanî dan û hemû şehîdên fermanê bibîr anîn

Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

“Wekê tê zanîn bi plansaziyeke dagirkeriyê, bi navê DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an xwestin fermanekê li serê gelê me de bînîn, lê belê bi berxwedaniyeke bêhempa ev planên dagirkeriyê hatin pûçkirin.

Bi dawîbûna sala 5’an a fermanê re hemû êrîşên dagirkêran hatin şikandin.

Li ser vî esasê di salvegera 5’an a fermanê de em ji tevahî gelê xwe û tevahî cîhanê re dibêjin wê her dilopek xwîna şehîdên me bibe heza têkoşîna YBŞ û YJŞ’ê.

Em soz didin ku wê bi têkoşîna li ser vê axê siberojeke azad were avakirin û wê ti dagirkerî nikaribin xeyalê azadiyê biçewisînin.

Leave a Reply

Back to top button