Li Rojhilatê Kurdistanê ciwanek bi êşkenceyê hate qetilkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê ciwanek bi êşkenceya polîsan hate kuştin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezoptamyayê li bajarê Dehgulan ya Rojhilatê Kurdistanê duh serê sibehê ciwanê bi navê Şademan Ehmedî, hate binçavkirin.

Piştre polîsan Şademan bire Qereqola Polîsan a li Meydana Saet e.

Piştî binçavkirinê bi çend saetan, ber êvarê agahiya mirina Şademan ji malbatê re çû.

Hat diyar kirin ku Şademan Ehmedî ji ber îşkenceya giran jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button