Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê bertek nîşanî êrîşên li dijî Rojava dan

Rêxistinên civaka sivîl ên Amedê êrişên li ser Rojava şermezar kirin û gotin: “Li hemberî kurdan şerekî bêexleq tê meşandin. Dayika Rûkiye Şik ku kurê wê li Kobanê şehîd bû got: “Tu mafê wan nîne ku êrişî Rojava bikin.”

Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şeva 19-20’ê mijdarê ve didomin.

Di van de êrîşan de tevî balafirên şer hemû rengên çekan hatin bikaranîn.

Ji ber van êrîşan gelek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha ziyaneke mezin gihatş binesaziya herêmê.

Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Bakurê Kurdistanê bertek nîşanî êrişên dewleta tirk dan.

Hevserokê Şaxa Komeleya Yekitî Çand û Piştevanî ya Êlihê Medenî Onar û Hevseroka Komeleya 78’an a Amedê Xalîse Batkgî diyar kirin ku dewleta Tirk şerekî dijî-exlaqê mirovatiyê dimeşîne û banga aştiyê kirin.

“Ji bo Rojava û Kobanê çi ji dstê me bê divê em bikin”

Rûkiye Şik, dayika Rênas Karaz ku li Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bû, bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Rojava dan û wiha got:

“Tu mafê wan nîne ku êrişî Rojava bikin. Divê em çar aliyên Kurdistanê bibin yek û çi ji destê me bê divê em bikin.

Back to top button