Ji ber darvekirina xwepêşandêran Kanada jî ceza li berpirsên Îranê birî

Piştî Brîtanyayê Kanada jî ji ber darvekirina xwepêşanderan ceza li berpirsên emnî û dadweriyê yên Îranê birrî.

Brîtanya ji ber dayîna cezayê darvekirina xwepêşanderan ceza li hinek berpirsên Îranê birrîbû.

Piştî Brîntanya Kanada jî bi heman sedemê ceza li 22 berpirsên emnî û dadwerî yên Îranê birrî.

Her wiha dîplomatên Ewropayê jî ragihandin, ku YE ji ber destwerdan û bêdengkirina xwepêşandêran, xwe amade dike cezayên hişktir li dewleta Îranê bibirre.

Rêxistina Efûya Navnetewî jî darvekirina Mûhsîn Şikarî weke nêzîkatiyeke tirsonek wesif kir û ragihand ku ev darvekirin dide nîşan ku bi dehan kesên din jî li nava zîndanê de rû bi rûyî heman çarenûsê ye.

Gelek wezîr û berpisên welatên Ewropa jî bi peyamên kurt nerazîbûn nîşana darvekirina xwepêşandêran dan.

Back to top button