HRE: LI BAB, EZAZ Û MARIÊ 17 ÇETE HATIN KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê li heremên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, rêze çalakiyên bi bandor li dar xistin.
Di encama çalakiyên li Mare, Bab û Ezazê de 17 çete hat kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyên li Bab, Mare û Ezazê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

31’ê Tîrmehê li derdora bajarokê Mare’ê hêzên rizgariyê çalakiyek li dijî çeperên çeteyên bi navê Ehrar el-Şerqiye û Cebha el-Şamiye li dar xistin.

Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin.

2’ê Tebaxê li gundê Kefer Xaşir yê girêdayî herêma Ezazê yekîneyên hêzên rizgariyê bi çalakiyeke berfireh êrîş birin ser baregeh û çeperên çeteyan, di encamê de 8 çete hatin kuştin û hejmerek birîndar bûn.

Heman rojê li gundê Daxilbaş ê Babê hêzên rizgariyê çalakiyek li dijî çeperên çeteyên Cebha el-Şamiye li dar xistin.

Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û erebeya çeteyan hat rûxandin.

Leave a Reply

Back to top button