Li Romayê êrişa biçek, 3 jin hatin kuştin

Li paytexta Îtalya Romayê kesên di avahiyekê de dema civîna xwe çêdikirin li dijî wan êrişek pêk hat.
Êrişkarê bi çek êriş pêk aniyî 3 jin kuştin û 4 jî birîndar kirin.
Yek ji kesên hati kuştin, hevala Serokwezîra Îtalya Meloni ye.

Li paytexta Îtalya Romayê êrişa çekdarî, metirsiyek mezin xist nava bajar.

Dema rûniştvanên avahiyekê civîna xwe pêk dianîn de, êrişkarekî bi çek êrişî wan kir.

Di êrişê de, 3 jin hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku gumanbarê 57 salî yê ku ji aliyê polîsan ve hatiye girtin berê çeka xwe li qada gulebaranê bi kar aniye.

Hat diyarkirin ku gumanbar di meha Mijdarê de li ser înternetê nivîsandiye ku bi rêvebiriya apartmanê re pirsgirêkên wî hene û xwestiye ji daîreya wî were derxistin.

Hat ragihandin ku yek ji kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane hevala nêzîk ya Serokwezîra Îtalya Giorgîa Meloni ye.

Nicoletta Golisano ya 50 salî zarokek 10 salî hebû û ji ber ku muhasebe (hesabdar) bû beşdarî civîna apartmanê bû.

Li Roma yek ji jinên hatî kuştin hevala serokwezîr Maloni bû

Serokwezîr Meloni şevê din li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek weşand û wiha got:

“Nîcoletta dayikek baş, hevalek dilpak û durust, jinek bihêz lê di heman demê de nazik bû.”

Meloni jî li ser hesabê xwe wêneyek ku di şahiyê de bi hevala xwe re hatiye kişandin parve kir.

Back to top button