Di navbera Sirb û Kosovayê de alozî

Aloziya navbera Kosova û Sirbistanê careke din gur bûye.
Sirbên Kosovayê bi kamyonan rêyên ku diçin nuqteyên sînor ên li bakurê welêt girtin.

Piştî bêdengiyeke demkin, aloziya navbera Sirbên li Kosovayê û hikumeta Sirbistanê di roja 3. de ye.

Serokomarê Sirbistanê konseya ewlekariyê kom kir

Serokê Sirbîstanê Aleksandar Vucic doh êvarî Konseya Ewlekariya Netewî kom kir.

Ev yek hemwextî wê yekê pêk hat ku careke din alozî di navbera hindikahiyên sirb ên li bakurê Kosovayê û hukûmeta Kosovayê de pêk hat.

Vucic ji Sirban xwest ku xwe ragirin û êrîşî hêzên aştîparêz ên NATO, KFOR û mîsyonên Yekîtiya Ewropayê (EULEX) ên li Kosovayê nekin.

10’ê Kanûnê kesanên nenas bombeya deng avêtin polîsên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li bakurê Kosovayê.

Piştî vê polîsên herêmê bi komên nenas re ketin nava pevçûnan.

Hin sirbên Kosovayê jî bi kamyonan rêyên ku diçin xalên sînor ên bakur bi barîkatan girtin.

Kosova êrişkar bi “çeteyên sûcdar” binav kir

Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti xwepêşander wek “çeteyên sûcdar” bi nav kir û ji KFOR’ê xwest ku astengiyên li ser rêyan rakin.

Sedema sereke ya aloziya vê dawiyê ya li welêt, ji ber jimara maşîneyên sirbêrn li Kosovayê ne.

Hikumeta Kosova ji sirbên li welat dixwaze jimara xwe ya maşîneyan ya Sirbî bi ya Kosova biguherin.

Hin sirp vê biryarê protesto dikin û dibêjin ew serxwebûna Kosovayê nas nakin.

Çima dîsa alozî gurbû?

Di nava demên dawiyê de, rêveberiya Kosova jimareke polîs şand herêmên bakurê welat ku piraniya wan Sirbin.

Li wir piştî binçavkirina efserekî berê yê Sirb aloziyan despê kir.

Dejan Pantic bi êrişa li dijî saziyên hikumet, rayedarên hilbijartin û polîsan tê sûcdarkirin.

Pantic yek ji 600 karmendên sivîl ên Sirb ên etnîkî ye ku di meha Mijdarê de îstifa kiribûn.

NATO: Ji provakasyonan dûr bikevin

NATO bang li aliyan kir ku xwe ji provokasyonan dûr bixin.

YE’yê jî ragihand ku ew ê li dijî êrişa ser polîsên wan bêdeng nemînin.

Li aliyê din Serokê Sirbîstanê Vucic got;

Şandina polîsên zêde ya rêveberiya Kosovayê ji bo herêmên bakur “li dijî peymanên aştiyê ye.”

Ji sedî 92’ê nifûsa Kosovayê ku bi qasî 1,8 mîlyon e, Albanî ne û ji sedî 6 jî Sirb in.

Kosovayê piştî şerê 1998-1999’ê ji Sirbîstanê cudabûna xwe ragihand û di sala 2008’an de serxwebûna xwe îlan kir.

Sirbên ku li herêma bakurê Kosovayê piraniyê pêk tînin, desthilatdariya Kosovayê nas nakin û ji aliyê siyasî ve dilsozê Sirbistana ku îro jî piştgiriya aborî didin wanin.

Back to top button