îranê xwepêşandêrek din jî darve kir

Nêzî sê mehin serhildana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewm dike.
Deshilata Îran ji bo xwepêşandêran bitirsîne û belav bike, ciwaneke din jî bi dar ve kir.
Ev hovîtî jî li pêş çavê gel pêk anî.

Ji 16’ê Îlonê ve rewş wiha ye.

Xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî kuştina jina Kurd Jîna Emînî ev nêzî sê mehin li qadanin.

Duh li navçeya Teawnî ya bajarê Kirmanşan komek ciwan li hev kombûn û dijî sepandina cezayê bi darvekirinê û pêkanîna vê cezayê li ser xwepêşanderên hatîn girtin, çalakî li darxistin.

Yek ji kesên hatine girtin hunermendê Kirmanşanî Saman Seydî ye ku cezayê bi darvekirinên lê hatiye birîn.

Her wiha li gorî parêzerê Saman Seydî dibêje li ser dosyeyê biryara nepeniyê hatiye girtin, lewra nikariye dosyeyê bibîne.

Li bajarê Sine karkerên kargehên petrokîmyayê dest bi grevê kirin û xwepêşandan li darxistin.

Li ser asta Îranê jî xwepêşandan û çalakiyên li dijî dewletê û bi taybet li dijî sepandina cezayê bi darvekirinê li ser xwepêşanderan, berdewam bû.

Her wiha li Kerec çalakvanan, çalakî li darxistin û nerazîbûnên xwe bi dirûşmeyan anîn ziman.

Heman demê de li hinek zanîngehên Tehran, Esfehan û Babolê xwepêşandanên xwendekaran dewam bûn.

Di xwepêşandanan de daxwaza serbest berdanan xwendekar û hemû xwepêşanderên hatîn girtin kirin.

Piştî bi darvekirina xwepêşanderê bi navê Muhsin Şikarî, li Rojhilatê Kurdistan, Îranê û seranserê cîhanê nerazîbûnên tund li dijî dewleta Îranê derketin pêş.

Li gorî çavkaniyên herêmî, piştî derbazbûna 4 rojan li ser darvekirina yekem, îro xwepêşanderê duwem ê bi navê Mecîd Reza Mehnewewerd bi fermana deshilatiya dadwerê û bi biryara Dadgeha Şoreş a bajarê Meşhed li pêş çavê xelkê giştî hat bi darvekirin.

Her wiha metirsiya bi darvekirinê li ser xwepêşanderê bi navê Mahan Sedrat heye ku li gorî agahiyan dosyeya wî ji bo beşa pêkanîna cezayê, hatiye şandin.

Ji dervey Îranê, li gelek welatên Ewrupa, Kanada, Awustralya û Zelandaya Nû, xwepêşandan û çalakî ji bo piştgiriya xwepêşanderên li Îranê û dijî sepandina cezayê bi darvekirinê li ser xwepêşanderên girtî, hatin li darxistin.

Li gorî bilançoya Rêxistina Çalakvanên Mafê Mirovan, li Îranê zêdetirî 18 hezar kes di xwepêşandanan de hatine girtin.

Back to top button