Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 88 roj in didome

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bê navber berdewamin.
Dewleta Îranê piştî ewqas gef û êrişan vê carêjî xwepêşandêran bi darve dike .
Li beramberî darvekirinan nerazîbûna welatiyan zêde dibe.

Serhildana gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî dewleta Îranê di roja 88’an de bê navber dewam dike.

Dewleta Îranê dest bi darvekirina çalakgeran kiriye

Dewleta Îranê ji bo belavkirina tirsê, dest bi sepandina cezayên bi darvekirin xwepêşanderan kiriye.

Piştî bi darvekirina Muhsin Şikarî,, îro xwepêşanderekî din ê bi navê Mecîd Reza Mehnewerd li ber çavê gel hat bi darvekirin.

Her wiha metirsiya bi darvekirinê li ser gelek xwepêşanderên din jî heya.

Li dijî vê yekê xwepêşandan û nerazîbûnên gel zêdetir dibe.

Li dijî darvekirina çalakgeran li Îranê nerazîbûn zêde dibin

Duh li navçeya Teawnî ya bajarê Kirmanşan jî komek ciwan li dijî sepandina cezayê bi darvekirinê çalakî li dar xistin.

Li bajarê Sine jî karkerên kargehên petrokîmyayê dest bi grevê kirin û xwepêşandan li dar xistin.

Li ser asta Îranê jî xwepêşandan û çalakiyên li dijî dewletê û bi taybet li dijî cezayê darvekirinê li ser xwepêşanderan, berdewam bû.

Her wiha li Kerecê gel çalakî li dar xistin û nerazîbûnên xwe bi dirûşmeyan anîn ziman.

Heman demê de li hinek zanîngehên Tehran, Esfehan û Babolê xwepêşandanên xwendevanan dewam bû.

LI GELEK WELATÊN CÎHANÊ PIŞTGIRIYA BI GELÊN ÎRANÊ RE HEBÛ

Ji dervey Îranê, li gelek welatên Ewrupa, Kanada û Awustralyaû xwepêşandan û çalakî ji bo piştgiriya xwepêşanderên li Îranê hatin li darxistin.

Dewleta Îranê zêdetirî 18 hezar çalakger girtine

Tevî nerazîbûn û pirotestoyên welatiyan jî hêzên dewleta Îranê hêjî girtina welatiyan didommîne.

Li gorî bilançoya Rêxistina Çalakvanên Mafê Mirovan, li Îranê zêdetirî 18 hezar kes di xwepêşandanan de hatine girtin.

Back to top button