LI GEL BIRÎNA DARAN.. BÊHTIRÎ 6 WELATIYAN HATINE REVANDIN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê revandina sivîlan û birîna darên temen mezin didomîne.

Ajansa Hawarê ANHA li gorî çavkaniyên ji navçeya Mabeta ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dehan darên temenên wan bêtirî 60 salî ne, dibirin û derbasî Tirkiyê dikin da ku bifroşin.

Li heman navçeyê, ajansa ANHA’yê diyar kir ku, renvandin jî didome.

Li gorî çavkaniya ji herêmê, gelek kes ji gundê Husê hatine revandin, ji wan ev nav ketin dest:

– Mihemed Fethî Cindî
– Cefer Fethî Cindî
– Mihemed Ehmed Mistefa

Her wiha ji gundê Birîmcê yê heman navçeyê jî welatiyê bi navê Şiyar Fadil Xelîl hat revandin.

Li gundê M’eriskê yê Şera jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 ciwan revandin.

Navên wan jî ev in:

– Mistefa Nûrî Xelîl
– Ehmed Mistefa Xelîl
– Mistefa Enwer Xelîl

Li gorî çavkaniyan, çarenûsa wan jî heta niha nediyar e.

Leave a Reply

Back to top button