LI TEXASÊ 20 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA, 26 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Êrîşeke çekdar li dijî sivîlan li wîlayeteke Amerîkî pêk hat.
Di encamê de 20 kesan jîyana xwe ji dest da.

Duh zilamekî çekdar êrîşî marketa “Walmart” ya li bajarê El Paso li Wîlayeta Texas a Amerîkî kir.

Di encamê de 20 kesan jîyana xwe ji dest da û 26 jî birîndar bûn.

Li gorî polîsê, kesê gumanbar zilamekî 21salî ye û dibe ku ev êrîş bi mebesta zikreşîyê pêk anîbe.

Di daxuyanîyeke ku li ser torên civakî hatiye belavkirin de, tê payîn kesê gumanbar bixwe nivîsandibe..

Tê de dibêje ku ev êrîş ji ber ku wîlayeta Texas bi giştî ketiye destê sermeyadarên Spanî, pêk hatiye.

Her wekî tê de piştevanîya xwe ji bo êrîşa li dijî herdu mizgeftên New Zelandayê anîye zimên.

Der barê vê de, serokê Amerîkayê Trump axivî û got:

Ev êrîş pir tirsnak e.. ji bo vê jî ez bi Polîsa Federal û hêzên ewlekarîyê re dixebitim.

 

Leave a Reply

Back to top button