DADGEHEKE ALMAN, BIRYARA VEGERA JINEKE DAIŞ’Î Û 3 ZAROKÊN WÊ DA

Dadgeheke Berlînê, biryara vegerandina hevjîna çeteyekî DAÎŞ’ê yê Alman ku li kampa Holê ye, da.
Lê wezareta derve ev yek red kir.

 

Dadgeha herêmî ya li Berlînê ragihand ku wê biryar daye hevjîna çeteyekî DAÎŞ’ê yê Alman û 3 zarokên wê yên li kampa Holê dimînin, vegerin Almanyayê.

Dadgeheke bilind ev biryar pejirand.

Lê belê wezareta derve li dijî vê biryarê derket û xwest tenê hersê zarok vegerin.

Dadgeha birêveberî ya parêzgeha Berlîn-Brandenbûrgê di biryara xwe de got:

“Divê her dewlet, welatiyên xwe qebûl bikin.”

Li gorî çapemeniya Alman, dadgehê nivîseke nû ji wezaretê re rê kir û û tê de wiha dibêje:

“Divê hemû malbatên çeteyên DAÎŞ’ê bên vegerandin.

Almanyaya ku mirovên radîkal ên ji welatên din dersînor dike, radîkalên xwe li welatên din dihêle.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, bêhtirî 200 çeteyên Alman di girtîgehên hêzên YPG/YPJ û QSD’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî de ne.

Leave a Reply

Back to top button