Ebû Mihemed El-Colanî, serçeteyê koma çeteyan a bi navê “Hey’et Tehrîr El-Şam” ku berê weke Cebhet El-Nusra dihat naskirin, agirbesta li Idlibê red kir.
El-Colanî ragihand ku ew ê ji herêma bêçek a li bakur-rojavayê Sûriyê, venekişin û wiha got:
Herêmên ku rêjîma Sûrî bi hêza leşkerî nestand, wê bi riya danûstandin û rêbazên siyasî jî nestîne, em ji herêmê venakişin.”
Her wiha El-Colanî hebûna hêzên çavdêriya Rûsî jî ya li herêma bêçek red kir.