ARÊZ EBDULLAH: DIVÊ HIKUMETA IRAQÊ Û BAŞÛR Ê KURDISTANÊ JI TIRKIYÊ RE BIBÊJE RAWESTE

Êrîş û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li başûrê kurdistanê êdî sînoran nasnake. Endamê Rêveberiya YNK’ê Arêz Abdullah diyar kir ku bi hinceta PKK’ê, her ku diçe dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê zêde dibe. Divê êdî hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê re bêje raweste. Her wiha parlamenterê berê yê Tevger Goran Emer Înayet jî diyar kir ku dewleta tirk li Başûrê Kurdisatnê planên qirêj digerîne.

Kongra Netewî ya Kurdistanê KNK’ê li dijî zêdebûn êrîşên li ser destkeftiyên Kurdan û dagirkeriyê, 27’ê Tîrmehê, bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe, civînek lidar xist.

Piştî civînê encamname hatibû belavkirin û bi 9 xalan bang li partiyên Kurdistanî hatibû kirin ku ji bo yekîtiyê kom bibin.

Endamê Rêveberiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK’ê Arêz Abdullah jî li ser mijarê ji Ajansa Rojnews’ê re axivî û got:

Divê pisgirêkên di nava kurdan de bi riya diyalogê çareser bibin.

Ji ber ku yek alî yan jî du alî ji rewşê zererê nabînin, zerar digihêje hemû gelê kurd.

Arêz Abdullah derbarê dagirkeriya dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê nêrîna xwe wiha anî ziman:

Divê hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê bi awayek fermî ji Tirkiyeyê re bêje êdî raweste.

Ji ber ku her diçe dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê bi hinceta PKK’ê bihêztir dibe.

PARLAMENTERÊ BERÊ YÊ GORAN EMER ÎNYAT:
DIVÊ HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ RÊ NEDE DAGIRKERIYÊ

Her wiha parlamenterê berê yê parlamentoya Herêma başûrê Kurdistanê yê kitileya Goran Emer Înayet , li ser armanca dagirkeriya dewleta Tirk li ser başûrê kurdistanê axivî û got:

Tirkiye hêvî dike ku ew bi alîkariya hêzên Başûrê Kurdistanê, dinava Herêma başûrê Kurdistanê rê li ber gerîlayên PKK’ê bigre. Ev pîlane qirêje.

Ez hêvî dikim Hikumeta Herêma başûrê Kurdistanê nekeve bin barê daxwazên Erdogan de.

Leave a Reply

Back to top button