Piştî êrîşa çekdar a Texasê bi çend seatan, êrîşeke din li bajarê Dayton li wîlayeta Ohio pêk hat.
Di encamê de, 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 16 birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, ev kes nêzî xwaringehekê bû û bêserûber gule li xelkê reşand.
Di belavokeke FACEBOOKê de hat gotin ku ev çekdar xwest derbasî xwaringehê bibe, lê kesekî rê li ber girt û ew bi çeka wî kuşt.